Şer li Idlibê destpê dike

hêzên asmanî yên Rûsyeyê jî di operasiyonê de beşdar dibin.

Rejîma Sûriyeyê amadekariyên xwe kiriye.

Rixmî civîna navbera Serokkomarê Tirkiye û Serokê Rûsyeyê ya derbarê Îdlibê de, lê rewşa Îdlibê her diçe aloztir dibe û destpê kirina şereke din li Îdlib û derdorê gelek nêz bûye.

Di vê derbarê de çapemeniya Sûriyeyê belav kiriye ku rejîma Sûriyeyê di her warî de amadekariyeke gelek baş kiriye bo destpê kirina şereke dijwar li dijî komên cîhadî yên li Îdlib û derdorê.

Çapemeniya Sûrî ev yek eşkere kiriye ku amadekariyên operasiyonên bejahî ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hatine kirin, hêzeke zêde li gel cebelxane û topxaneyên pêwîst bo deverê hatine veguhastin û bo destpê kirina operasiyoneke bejahî li Îdlib bi taybetî li çiyayê Zawiye hêzên rejîmê di seata sifir dene ( amadebaşiyê dene û li benda fermanê ne).

Herwiha hatiye diyarkirin ku vê balefirên şer yên Rûsî yên ku niha rojane komên cîhadiyan bordiman dikin, di operasiyona han de beşdar bin.

Weke tê zanîn di dawiya Îlonê de Erdogan û Putin li ser rewşa Ildibê civiya bûn lê li gor pisporan ti encamek ji civînê derneketiye.

N: E. G