Tîmeke veguhastina Kokaînê hate girtin

tîmeke bazirgan ya madeyên hişber jî hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Ji Ecuadorê Kokanîn veguhastiye Tirkiyeyê.

Li gor daxuyaniyeke Polîsê Tirkiyeyê, hêzên polîs karîne di operasiyoneke berfire de li dijî bazirganên madeyên hişber, nexşerêya veguhastina Kokaînê ji Ecuadorê bo Tirkiyeyê keşif bikin.

Polîs diyar kiriye ku bazirganên madeyên hişber yên Tirkiyeyê bi hevkariya tîmên bazirgan yên biyanî bi rêya esmanî û deryayî û di nava balefir û gemiyan de Kokaîn ji Ecuadorê veguhastine Tirkiyeyê.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di operasiyonekê de ku duhê bi şev hatiye lidarxistin polîs dest daniye ser zêdetir ji 77 km Kokaîn yaku ji Ecuadorê bo bendera Mersînê hatibû veguhastin û tîma bazirganî hatiye girtin.

Weke tê zanîn beriya niha Serokê mafiyaya neteweperest ya Tirkiyeyê Sedad Peker diyar kiribû ku zarokên berpirsên Tirkiyeyê bazirganiya Kokaîn û hîroînê dikin û ji welatên Amerîkaya Latin wan madeyan bo Tirkiyeyê vediguhezên.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.