Şerê li Sûriyeyê gerimtir dibe

erdogan û putin îro dicivin.

Îro Erdogan û Putin jî dicivin.

Li gor nûçeyeke ajansa Bloombergê, şerê li Sûriyeyê bi taybetî li derdorê Îdlibê di rojên pêş de gerimtir dibe.

Bloombergê li ser zarê çend çavkaniyên hayedar diyar kiriye ku amadekariyên Sûriye û Rûsyeyê di warê bejahî û esmanî de bo destpê kirina operasiyonên berfire li dijî komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê li derdorê Îdlibê, çiyayê Zawiye, rêya navnetaî ya M4 û Efrînê dest bi amadekariyên pêwîst kirine.

Rixmî wan amadekariyan, balefirên Rûsî jî li wan deveran êrîşên xwe yên bo ser komên cîhadî didomînin.

Ji aliyeke din ve biryare îro li Soçiya Rûsyeyê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan û Serokê Rûsyeyê Vladimîr Putin bicivin û mijara sereke ya civînê jî rewşa Sûriyeyê ye.

Hin jêder behsa vê yekê dikin ku vê Erdogan ji Putin bixwaze daku YPG û HSDê ji Minbic û Til Refetê derbixe û Putin jî vê ji Erdogan re bêje lazime cîhadî û artêşa Tirkiyeyê jî ji Sûriyeyê vekêşin.

N: E. G