Aloziyên navbera Îran û Azerbaycanê zêdetir dibin

Îran dibêje Azerbaycan aramiya sînorên me têk dibe.

Rayedarekî artêşa Îranê dibêje Serokê Azerbaycanê zaroke.

Aloziyên navbera Îran û Azerbaycanê berdewamin. Aloziyên han ku dîroka wan bo 30 sal beriya niha vedigere, dîsa jiber şerê Qerebaxê ya navbera Azerbaycan û Ermenistanê de serî hildane.

Azerbaycan Îran bi vê yekê tawanbar dike ku Îran hevkariya leşkerî dide Ermenistanê, li hember de jî Îran Azerbaycanê bi vê yekê tawanbar dike ku bi hevkariya Tirkiyeyê komên cîhadî li ser sînorên navbera Îran û Azerbaycanê bicîh kirine û dixwazin aramiya wan sînoran tê bibin.

Di rojên derbasbûyî de Serokê Azerbaycanê li ser wan mijaran û binpê kirina mafên Azeriyan li Îranê rexneyên tund li Îranê kiribû û ji deverên Azerînişîn yên Îranê re gotibû Azerbaycana Başûr.

Li hember de jî Cîgirê Fermandarê giştî yê spaha pasdaran ya Îranê Elî Fedwî ragihandiye ku dema zarokek tiştek ji zilameke mezin re dibêje, lazime zilamê mezin derfetê bide zarokê û pişt re jî destê xwe bi serê wî de bikêşe, niha jî lazime emê destê xwe bi ser Serokê Azerbaycanê de bikêşin û gotinên wî ne hêjayê bersif dayînê ne.

N: E. G