Li Swêdê 25 kes birîndar bûn

sedema teqînê hîn jî nehatiye zanîn.

Di encama teqînekê de birîndar bûne.

Li gor jêderên nûçeyan, berbanga îro sêşem li bajarê Goteborg ya li Başûrê Rojavayê Swêdê teqînek çê bûye.

Her çend heta niha sedemên teqînê nehatine zelalkirin, lê tê gotin ku di encama teqîna han de herî kêm 25 kes birîndar bûne.

Piştî teqînê di bînaya ku teqîn têde çê bûye şewat derketiye û hêzên hawar hatinê jî karîne şewatê kontrol bikin.

N: E. G