Navendeke tendirostî hate vekirin

zêdetir ji 2 miliyar dînaran jê re hatiye xerckirin.

Li bajarê Hewlêrê hatiye vekirin.

Îro bi merasîmeke fermî bi beşdariya wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê û parêzgarê Hewlêrê, navendeke mezin ya tendirostî bi navê Azadî hate vekirin.

Di merasîma han de wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî ragihand ku hikûmeta Kurdistanê berdewam dibe li ser hewlên xwe yên bo baştir kirin û pêşde birina rewşa tendirostî û xizmetgozariyên tendirostî.

Saman Barzencî herwiha eşkere kir ku, ev navenda han ya tendirostî beriya niha hebû lê biçûk bû û nedikarî xizmetgozariyên tendirostî zêdetir pêşkêş bike, lewre biryar hate dayîn daku 2 miliyar û 154 miliyon dînar bo vê navendê werin xerckirin daku were mezinkirin û nûjenkirin.

Nav hatî diyar kir vê hikûmet û wezareta tendirostî çend nûjdarên nû yê pspor jî bişînên vê navendê.

N: E. G