Welatiyên Almanî li ser sindoqanin

16 sal bû Almanya ji aliyê Merkel û partiya vê ve dihat îdarekirin.
کوردستان TV
100%

Prosesa dengdanê seat 8 destpê kir.

Îro yekşem 26ê Îlona 2021an, xelkê Almanyayê bo diyar kirina nunerên xwe çûn ser sindoqên dengdanê.

Prosesa dengdanê seat 8ê sibê destpê kir û heta 6ê êwarê berdewam dibe.

Welatiyên Almanî dikarin li 830 hezar navendên dengdanê dengên xwe bidin.

Ji aliyeke din ve Komîsyona hilbijartinan diyar kiriye ku sê partiyên serekî rikeberiya hev dikin ku partiya sosiyal demokrat, partiya demokrat mesîhî û partiya keskanin.

Herwiha komîsyonê diyar kiriye ku mimkune jiber Koronayê îsal rêjeya dengdana dîcîtalî bigehêje sedî 40.

Weke tê zanîn ev 16 sal bû Almanya ji aliyê Angela Merkel ve dihat îdarekirin û di vê hilbijartinê de vê keseke nû bibe şûngirê Merkel.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.