Balefirên Tirkiyeyê devera Sîdekanê bordiman kirin

zirarên mezin ber cîhên xwedî kirina masiyan ketine.

Gelek zirar gehêştine cîhên bordmanê.

Peyamnêrê Kurdisantv yê li devera Sîdekanê ragihand ku jiber hebûna gerîlayên pkkê, îro sê caran balefirên şer yên Tirkiyeyê gundê Birêkmê û rûbarê Birêkmê ya li devera Sîdekanê bi dijwarî bordiman kirine.

Li gor gotinên peyamnêrê me, di encama bordimanê de zirarên gelek mezin gehêştine masî û cîhên xwedî kirina masiyan li rex rûbarê Birêkmê.

Herwiha zirarên mezin yên madî jî ber gundên nêzî cîhê bordimanê ketine.

N: E. G