Nêçîrvan Barzanî: Bexda yek sedeye naxwaze pirsa Kurd çareser bike

dibêje peyama Kurdistanê aştî û bihevre jiyane.

Îro li Hewlêrê konferansek taybet bi Îraqê hat organîzekirin.

Îro li Hewlêrê konferansek bi navê Îraq û Qedereke trajedîk hate organîzekirin.

Di konferansa han de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdar bû û gotarek jî pêşkêş kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî qala kêşe û bûyerên li Îraqê de kir ku bûne sedema têkçûna rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ev yek sedeye gelê Kurdistanê hewl bo bidest xistna maf û azadiyên xwe yên reva dide lê Bexda li ser esasê înkar kirina maf, azadî û hebûna gelê Kurdistanê hatiye avakirin û got: Ev 100 sal in Bexda naxwaze pirsgirêka gelê Kurd çareser bike.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve 100 sal e zordarî tam kirine mixabin pişt sed salan jî niha gelê Kurdistanê mijûlî bidestxistina mafên xwe ye, wek çawa her dem tirs di dema derbasbûyî de hebûye, îro jî hêj tirs ji niha û rabirdû heye.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê pirsgirêkên Iraqê de ragihand, kêşeya Iraqê, “ji pirsgirêka li ser desthilatê pêk tê… ew wê demê dibe girîft ku dema aliyek bixwaze nêrîna xwe bi ser hemû aliyên din de bisepîne, yan bo yekalîkirina pirsgirêkan pena bo bikaranîna hêz an ceza bibe, wek her tim li Iraqê rû daye.”

Barzanî amaje bi wê dike, divê Kurdistan hevbeşeke rasteqîn be di dewleta federalî de, beşdariyeke rasteqîn di desthilatê de bi hemû formên xwe ve hebe “ev garantî, seqamgirî û yekperçeyiya Iraqa nû ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi serhildana DIŞIê kir li Iraqê û got, “Eger Iraq aram nebe, herêm jî aram nabe… eger qet neguhere, kêşeyên Iraqê neyên çareserkirin, heman xeletiyên siyasî û paşguhxustina pêkhateyan, heman aqliyeta hêz û xwesepandin û nexwendina beramber berdewam be, teqez sibê DIŞIeke din jidayîk dibe.”

Di beşeke din a gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, Iraq; wate welatê pêkhateyan, her ji destpêka damezrandinê ve ji sê wîlayet “Mûsil, Bexda û Besre” pêk hatiye, ev sê wîlayet li gor cografya û pêkhateyên kulturî, ji hev cuda bûne. Kurd li bakur, Sunne li naverast û Şîe li başûr. Li gel vê jî çendîn pêkhateyên din ên ayînî û netewî li Iraqê hene.

Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku Îraq dikare welatek gelek baş be, lê hertim welateke xirabe û ev 100 sale ev yek tê dûbarekirin û wane jî ji şaştiyên berê nayên wergirtin.

Serokê herêma Kurdistanê derbarê rola Kurd de jî got: Kurd kod û kilîla çareseriya tevahiya kêşeyên heyî yên li Îraqê ye lewre bo çareser kirina tevahiya kêşeyan lazime pergala fedralî were cîhbicîhkirin.

Nav hatî daxwaz ji tevahiya pêkhateyên Îraqê dikeku di desthilatdariyê de beşdar bin û got: Îraq welateke pir pêkhateye lewre nabe kesek anjî aliyek bi tenê Îraq îdare bike. Erkê tevahiya pêkhate û aliyên Îraqê cîhbicîh kirina destûr û fedraliyetê ye, li hember vê yekê de jî Kurdistan amadeye li gor destûrê li hember qebûl kirina mafên xwe, û gerentî kirina mafên xwe, erkên xwe cîhbicîh bike.

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku peyama Kurdistanê, aştî û bihevre jiyane, kom kirina tevahiya alî û pêkhateyan bawerî û aramiyê vedigerîne Îraqê.

N: E. G