Ciwaneke din yê Kurd hate kuştin

di nava 2 mehan de 15 kes bi eşkence kirinê hatine kuştin.

Li girtîgehê bi eşkence kirinê hatiye kuştin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku roja pêncşemê 23ê Îlonê, ciwanekî Kurd xelkê Îlama Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeheke Tehranê bi eşkence kirinê hatiye kuştin.

Hengawê di nûçeya xwe de eşkere kiriye ku ciwanê Kurd yê bi navê Emîr Husên Hatemî temen 22 sal ku xelkê Sîrwana ser bi Îlamê ye, beriya çend rojan li Tehranê hatiye girtin û bi girtîgeha Fîşafiye hatiye veguhastin.

Hengawê eşkere kiriye ku Emîr Husên Hatemî ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatiye eşkencekirin û di encama eşkencekirinê de canê xwe ji dest daye.

Ev sê roje bavê Emîr Husên naçe termê nav hatî werbigire û dibêje heta sedema kuştin û bikuj bo min neyên diyarkirin ezê termê wernegirim.

Weke tê zanîn di du mehên dewî de heta niha nêzî 15 welatiyên Kurd di girtîgehên rejîmê de bi eşkencekirinê hatiye kuştin.

N: E. G