Balyozê Bengeladeş spasiya hikûmeta Kurdistanê dike

Bengeladeş dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike.

Serokwezîr li gel balyozê nû yê Bengeledeşê civiya.

Îro şemî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Bengeladeşê yê li Îraqê Mihemed Fezil Barî kir.

Di civînê de Serokwezîr jiber destbikar kirina wî weke balyozê nû yê welatê xwe li Îraqê pîrozbayî li Fezil Barî kir û di pîwerdariya wî ya nû de û herwiha bo pere pêdana têkiliyên navbera Bengeladeş, herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî de jê re hêviya serkeftinê xwe.

Balyozê Bengeladeşê jî spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê kir bo hevkarî û hemahengiya ku li gel welatiyên Bengeladeşî li Kurdistanê de kirine û xwesteke welatê xwe ya bo pere pêdana têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê diyar kir.

N: E. G