360 kesên din bi Koronayê ketin

11 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Hijmara herî zêde li Dihukê hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 360 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 253 kese.

Wezaretê eşkere kiriye ku di nava heman demê de hezar û 2 berketiyên berê jî baş bûne û 11 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G