Amerîkî rexne li Biden dikin

dibêjin Biden Taliban dîsa bihêz kir.

Diroşmeya Trump li gel wêneya Badin belav kirine.

Piştî vekêşîna hêzên Amerîkî yên li Efxanistanê û vegera Talibanê bo ser desthilatê li Efxanistanê, hin aliyên Amerîkî rexne li Serokê Amerîkayê Jeo Biden dikin.

Hin aliyên Amerîkî li ser panoyên rêklaman, wêneya Biden û diroşmeya hilbijartinê ya Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump yaku digot dîsa emê Amerîka bihêz bikin, belav kirine.

Di panoyê de wêneya Biden bi kincên Taliban û çek jî ser milê wî ye û nivîsandiye: Emê dîsa Taliban bihêz bikin.

Weke tê zanîn Serokê Amerîkayê Jeo Biden dema dest bi hikumraniyê kir biryar da daku hêzên Amerîkî ji Efxanistanê werin vekêşîn û di destpêka meha Îlonê de jî prosesa vekêşînê bi dawî hat û gelek rexneyên tund jî li Amerîkayê hatin kirin.

N: E. G