Zêdetir ji 1000 berketî baş bûne

13 berketiyên berê jî canê xwe ji dest dane.

Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî hezar û 117 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 372 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de hezar û 36 berketiyên berê jî baş bûne û 13 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G