Serokwezîr serdana Konsulusxaneya nû ya Amerîkayê kir

ew mezintirîn Konsulusxaneya Amerîkayê ye li cîhanê de.

Di demeke nêz de karûbarên çê kirinê bi dawî dibin.

Êwara îro çarşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana avahiya nû ya Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê kir ku, hîn jî karê çêkirinê têde berdewame.

Di serdana xwe de bo avahiya nû ya Konsulusxaneyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi îngilîzî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku gelek geşbîne li hember pêşeroja têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê de.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, hêvî dike ku hêlbirîna Amerîkî di warê pîşesazî, çandinî û torîzmê de li Kurdistanê de zêdetir bibe.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de qala naveroka hevdîtineke xwe ya li gel balyozê Amerîkayê yê li Îraqê kir û ragihand ku di destpêka îsal de min behsa girîngiya pêbendiya Amerîkayê li hember Kurdistanê bo balyozê Amerîkayê yê li Îraqê kir û ew jî di bersifa min de got: Serokwezîr, Amerîka mezintirîn Konsulusxaneya xwe ya li cîhanê li Hewlêrê ava dike, emê çi ji vê zêdetir bikin bo nîşandana pêbendiya Amerîkayê li hember Kurdistanê?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de behsa şerê dijî DIŞIê kir û ragihand ku me şerê dijî terorê kir û rê neda teror bigehêje Ewrûpa û cîhanê, me berevanî ji azadî û mafên xwe û herwiha berevanî jî ji Amerîkayê kir, em spasiya wan balefirvanên Amerîkî dikin ku di şerê dijî DIŞIê de hevkariya pêşmerge kirine.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku Kurdistan dixwaze di her warî de têkiliyên xwe li gel Amerîkayê bihêztir bike, bo vê yekê jî di destpêka vê mehê de li gel saziya pere pêdana darayî ya Amerîkayê DFC me rêkeftineke 250 miliyon dolarî bo pere pêdana petrol û gaza Kurdistanê û piştîvanî kirina kerta taybet îmze kir ku ew jî nîşaneya girîngiya bihêztir bûna têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê ye.

N: E. G