Elektirîka gundan tê çê kirin

heta niha elektirîka çend gundan hatiye çêkirin.

Jiber bordimanên Tirkiyeyê hatibû birîn.

Wezareta elektirîkê ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku tîmên taybet yên ser bi wezareta elektirîkê, dest kirine bi çê kirina xetên veguhastina elektirîkê ya wan gundên deverên sînorî yên ku di encama êrî û bordimanên Tirkiyeyê de hatiye birîn.

Wezaretê diyar kiriye ku tîmên wan karîne heta niha elektirîka çend gundan çê bikin.

Weke tê zanîn êrîş û bordimanên Tirkiyeyê jiber hebûna pkk bo ser gundên sînorî yên Kurdistanê, bûne sedema çê bûna zirarên mezin yên madî li gund û deverên sînorî.

N: E. G