Komîsyon du Berbijêr derxist

dibêje pîwanên komîsyonê binpê kirine.

Sivêkatî bi desthilata dadweriya Îraqê kirine.

Komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê, ragihand ku li Îraqê du kes ku xwe bo parlementoya Îraqê Berbijêr kiribû, ji Berbijêrtiyê hatine dûrxistin.

Komîsyonê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku sedema dûr xistina wan du kesan ji Berbijêrtiyê, ewe ku sivêkatî û bêrêzî bi desthilata dadwerî y Îraqê kirine.

Navê wan kesên ku hatine dûrxistin Mihemed Mehdî Amerî û Selah Mucebel Tahêr Siwêdiye.

Komîsyonê herwiha diyar kiriye ku ev her du Berbijêr ji bilî sivêkatî kirin bi sîstema dadweriya Îraqê hevdem pîwanên Komîsyonê jî binpê kirine lewre ji Berbijêrtiyê hatine dûrxistin.

N: E. G