Berbijêrekî Ereb behsa Serok Barzanî dike

dibêje Serok Barzanî jin, dayik û kesûkarên me parast.

Li bajarê Felûceyê dibêje Serok Barzanî me diparêze.

Berbijêrekî parlementoya Îraqê bi navê Xemîs Xencer li bajarê Felûceyê di dema propagendeya hilbijartinan de behsa rola Serok Barzanî dike.

Xemîs Xencer di gotara xwe de yaku bo xelkê Felûceyê pêşkêş kiriye ragihandiye ku Serok Barzanî rê nade ku ji niha û pêde jin û zilamên me bikevin bi dest û zilma tarîkperestan.

Nav hatî herwiha li ser navê xelkê deverê jî spasiya Serok Barzanî kir ku, di dema aware bûna şêniyên deverê de, li Kurdistanê jiyaneke birûmet bo wan dabîn kiriye û kerameta wan parastiye.

Xemîs Xencer hevdem Serokê hevpeymaniyeke nû ya bi navê hevpeymaniya Kolnedan ( xwe neçemandin)e.

N: E. G