Li Rûsyeyê êrîşî ser zanîngehekê hate kirin

herî kêm 5 kes hatine kuştin.

Kuştî û birîndar hene.

Li gor çapemeniya Rûsyeyê, îro danê sibê keseke nenas bi çek êrîşî ser zanîngeha  Perm kiriye.

Çapemeniya Rûsyeyê diyar kiriye ku li gor amarên destpêkê di encama êrîşê de herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne.

Çapemeniya Rûsî behsa vê yekê kiriye ku wezareta navxwe jî diyar kiriye ku kuştî û birîndarên êrîşê hene û êrîşkar jî hatiye girtin.

N: E. G