Serokwezîr projeyeke mezin li Dihukê dide destpê kirin

ev du roje Serokwezîr li Dihukê ye.

Sayloya Dihukê bi hevbeşiya hikûmet û kompaniyên taybet tê çêkirin.

Di çarçoveya serdana xwe de ya bo parêzgeha Dihukê, vê îro duşem 20 Îlona 2021an Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi merasimeke fermî, kevira bingehîn ya çê kirina sayloya mezin ya Dihukê deyne.

Di merasima han de ji bilî Serokwezîr, wezîra çandiniyê , çend wezîrên din û parêzgarê Dihukê jî beşdar dibin.

Sayloya Dihukê ku vê bi hevbeşiya hikûmet û kompaniyên kerta taybet were çêkirin û bibe navenda serekî û girîng ya depo kirina genimên ku li vê parêzgehê têne berhemanîn.

N: E. G