Li Dihukê pêşengehek tê vekirin

pêşengeh taybete bi tirê û hengîvê.

Serokwezîr jî serdana pêşengehê dike.

Îro li bajarê Dihukê bi amadebûna Waliyê Dihukê Elî Teter, 14mîn pêşengeha berhemên xwemalî yên Kurdî li Dihukê tê vekirin.

Ev pêşengeha han taybete bi nîmayîş kirina bi dehan cure tirê ku li Parêzgeha Dihukê tê berhemanîn û hengîva hengevanên parêzgeha Dihukê.

Di pêşengehê de ji bilî waliyê Dihukê, wezîra çandiniyê û hijmareke rayedarên Kurdistanê jî amade dibin.

Herwiha biryare Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî piştî vekirina pêşengehê, serî li pêşengehê bide û Cotkarên parêzgeha Dihukê ziyaret bike.

N: E. G