Zêdetir ji 1200 kesên din bi Koronayê ketin

17 berketiyên berê jî canê xwe ji dest dane.

Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbabsûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bigiştî hezar û 253 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî haiye tomarkirin ku 601 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de hezar û 476 berketiyên berê jî baş bûne û 17 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G