Kurdistan û Îmarat têkiliyên xwe bihêztir dikin

civîn li Londonê hatiye lidarxistin.

Serokê herêmê li gel Cîhnişînê Ebûzebî civiyaye.

Di roja dawî ya serdana xwe ya bo Brîtanyayê, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Cîhnişînê Ebûzebî, Fermandarê giştî yê hêzên çekdar û Serokê civata cîhbicîhkar ya Ebûzebî Şêx Mihemed Bin Ziyad civiya.

Di civînê de rixmî nîqaş kirin li ser têkiliyên navbera Îmarat û Kurdistanê û berfiretir kirina têkiliyên han di her warekî de, giftûgo li ser çend mijarên din weke rewşa giştî ya deverê û şerê dijî terorê jî hate kirin.

Her di heman civînê de behsa rewşa giştî ya Îraqê û prosesa hilbijartinên Îraqê jî hatiye kirin û her du alî balkêşandine ser serdana xwe ya bo Brîtanya û cîhînên xwe yên li gel rayedarên Brîtanyayê.

N: E. G