Pêşmerge û artêşa Îraqê dest bi operasiyonên hevbeş kirin

li deverên ku walatî lê heye operasiyon têne kirin.

Li dijî DIŞIê operasiyonên hevbeş têne lidarxistin.

Wezareta berevanî ya Îraqê, îro şemî ragihandiye ku hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê di çarçoveya rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê de, dest bi lidarxistina operasiyonên hevbeş kirine.

Wezareta berevanî ya Îraqê diyar kiriye ku ev operasiyonên han di wan deveran de ku dikevin navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de, li dijî terorîstên DIŞIê têne lidarxistin û armanc ji operasiyonên hevbeş dagirtina valatiya ewlekarî ya li wan deveran û pêşî girtin ji liv û tevgerên terorîstên DIŞIê ye.

Weke tê zanîn di destpêka havînê de Hewlêr û Bexda li ser ava kirina çend navend û lîwayên hevbeş bo dagirtina walatiya heyî li hin deverên Îraqê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê lihev kirbûn.

N: E. G