Serokên berê yên Amerîkayê bûne endamên komekî

dixwazin hevkariya welatiyên Efxanî bikin.

Ev kom dixwaze hevkariya welatiyên Efxanî li Amerîkayê bike.

Li gor çapemeniya Amerîkayê, her sê Serokên berê yên Amerîkayê Bush, Cilînton û Obama bûne endamên komekî û dixwazin hevkariya wan welatiyên Efxanî bikin yên ku diçin Amerîkayê.

Çapemeniya Amerîkayê diyar kiriye ku ev kom piştî vekêşîna Amerîkayê ji Efxanistanê hatiye awakirin û dixwaze hevkariya wan welatiyên Efxanî bike ku li gel hêzên Amerîkî çûne Amerîka û dixwazin liwir bicîh bibin.

Ev her sê Serokên berê yên Amerîkayê jî bi mebesta hevkarî kirina wan welatiyên Efxanî, bûne endamên vê koma han.

N: E. G