Topbarana li ser Eyn Îsayê dewam dike; heta niha 2 sivîl birîndar bûne

topbaran îro danê sibê destpê kiriye.

Artêşa Tir a dagirker topbarana li ser gundê Hoşan û rêya M4 ya li rex Eyn Îsayê dewam dike. Di topbaranê de sivîlekî din li ser rêya M4 birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker hîna jî gundê Hoşan ê rojavayê Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran dike. Di encama topbaranê sivîlekî din ê di ser rêya M4 re derbas dibû, birîndar bû.

Sivîlê birîndar bûye bi navê Memdûh Şibêt (43) salî ye û rakirine nexweşxaneya Omer Elûş a li navenda navçeya Eyn Îsa.

Beriya saetekê jî di topbarana li ser navçeyê de sivîlê bi navê Ehmed Fecir Şedhen birîndar bûbû. Bi vê yekê heta vê kêliyê di encama topbarana dagirkeran de 2 sivîl birîndar bûne.

Artêşa Tirk a dagirker gundewarê navçeya Eyn Îsayê bi bombeyên mîsketê yên qedexekirî, bombebaran kiribû.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G