Putîn: Ev hêzên han kêşene bo Sûriyeyê

Sûriye dibêje behsa operasiyonên hevbeş hatiye kirin.

Li gel Serokê Sûriyeyê civiyaye.

Li gor daxuyaniyeke koşka Kremlîn, Serokê Rûsyeyê Vladimir Putin pêşwaziya Serokê Sûriyeyê Beşar Esed kiriye.

Di civînê de her du alî behsa rewşa giştî ya Sûriyeyê û hebûna hêzên çekdar yên biyanî li Sûriyeyê kirine.

Her di heman civînê de Putin û Esed behsa têkiliyên navbera Rûsye û Sûriyeyê kirine û Putin tekez li ser berdewamiya hevkarî û piştîvaniyên Rûsyeyê bo Sûriye kiriye.

Putin di civînê de ji Esed re ragihandiye ku hebûna hêzên çekdar yên biyanî li Sûriyeyê astengiyeke mezinin li berdem parastina  yekparçeyî û yekîtiya Sûriyeyê lewre lazime hêzên han werin derxistin.

Ji aliyeke din ve çapemeniya Sûriyeyê jî derbarê civînê de belav kiriye ku Putin û Esed behsa operasiyonên hevbeş li dijî komên cîhadî li deverên curbicur yên Sûriyeyê kirine.

N: E. G