Zêdetir ji 1200 kesên din bi Koronayê ketin

16 berketiyên berê jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî amarên Koronayê belav kir.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belavkir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî hezar û 235 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 479 kese.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de hezar û 487 berketiyên berê jî baş bûne û 16 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G