Êrîşî ser navendeke Amerîkayê hate kirin

heta niha Amerîka li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Goman li ser DIŞIê hene.

Navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê ragihand ku îro pêncşem li gundewarên Şedadê êrîşî ser navendeke leşkerî ya Amerîkayê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê, êrîş li gundewarên Şadadê li Başûrê Hesekê pêk hatiye û du mûşek li nêzî navenda leşkerî ya hêzên Amerîkî ketine erdê.

Heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti daxuyanî nehatine dayîn û hêzên Amerîkî jî dest bi lêkolîn kirinê kirine.

Goman li ser vê yekê hene ku DIŞIê ev êrîşa han pêk anîbe.

N: E. G