Li Diyayalê 5 kes bûne qurbanî

di encama êrîşê de 4 kes hatine kuştin.

Çekdarên nenas êrîşî ser tirimbîlek kirine.

Li gor polîsê parêzgeha Diyalayê, îro hijmareke çekdarên nenas êrîşî ser tirimbîlek kirine ku têde 5 kes hebûne.

Di encama êrîşa han de yaku li ser rêya navbera Mendelî û Beledezor de pêk hatiye, 4 kesan canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.

Heta niha nayê zanîn ku êrîşkar ser bi çi komeke çekdarin, lêkolîn li ser bûyerê jî didomin.

N: E. G