Li Îraqê kongreyeke din tê lidarxistin

kongre di Cotmehê de li Bexdayê bi beşdariya çend welatan tê lidarxistin.

Taybete bi bendavan û parastina bendavan.

Nunerê Serokwezîrê Îraqê yê bo karûbarê av û bendavan, Mehdî Reşîd Hemdanî ku beriya sê rojan serdana Tirkiyeyê kiribû, dawî bi serdana xwe anî.

Armanc ji serdana han, vexwandina Tirkiyeyê ye bo beşdarî kirin di kongreyeke taybet bi av û parastina bendavan yaku biryare di meha Cotmehê de li Bexdayê  were lidarxistin.

Şanda Îraqî di serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de, li gel aliyên têkildar yên Tirkiyeyê nîqaş li ser kêşeyên avê yên di navbera Tirkiye û Îraqê de û çawetiya kar kirina hevbeş di navbera her du aliyan de bi taybetî di warê av û parastina bendavan de kiriye.

N: E. G