Artêşa Îraqê dest bi operasiyonekê kir

çekdarên heşda şebî jî di operasiyonê de beşdarin.

Li dijî terorîstên DIŞIê ev operasiyon hatiye destpêkirin.

Çapemeniya Îraqê ragihand ku îro duşem artêşa Îraqê bi hevbeşî li gel çekdarên heşda şebî li du parêzgehên Îraqê dest bi operasiyonek li dijî terorîstên DIŞIê û paşmayîn DIŞIê kirine.

Operasiyon li ser esasê zaniyariyên li dor hebûna terorîstên DIŞIê li her du parêzgehên Diyala û Selahedînê hatiye destpêkirin.

Di operasiyona han ya bejayî de, hêzên esmanî yên Îraqê jî beşdarin.

N: E. G