Erdogan serdana Îraqê dike

erdogan beşdarî di civîna welatên cîran yên Îraqê de nekiribû.

Dema serdanê hîn nehatiye diyarkirin.

Li gor çapemeniya Îraqê, duhê li Bexdayê Şêwirmendê asayîşa nîştimanî ya Îraqê Qasim Erecî li gel balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Elî Reza Guney civiyaye.

Di civînê de nîqaş li ser rewşa giştî ya siyasî û ewlekarî ya deverê û bihêztir kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Îraqê de hatiye kirin.

Her di heman civînê de balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê diyar kiriye ku Erdogan xwe amade dike daku serdaneke taybetî bo Îraqê pêk bîne.

Balyozê Tirkiyeyê behsa dema serdana Erdogan bo Îraqê nekiriye.

Weke tê zanîn di dawiya meha Tebaxê de li Bexdayê civîna welatên cîran yên Îraqê hatibû organîzekirin, Erdogan jî hatibû vexwandin lê Erdogan beşdarî di civînê de nekir.

N: E. G