7 polîsên fedralî bûne qurbanî

êrîş li qezaya Hewêceyê pêk hatiye.

DIŞIê êrîşî ser wan kiriye.

Li gor zaniyariyên ku dest Kurdisantv ketine direngiya şeva derbasbûyî li qezaya Hewêce ya ser bi Kerkûkê, terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên polîs yên fedralî kirine.

Di encama êrîşa han de 2 polîsên fedralî hatine kuştin û 5 polîsên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn ev demêke ku terorîstên DIŞIê dîsa êrîşên xwe yên li wan deveran zêdetir kirine û hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê jî bo dagirtina valatiya ewlekarî li wan deveran du lîwayên din yên hevbeş dadimezrînin.

N: E. G