3 leşkerên Îraqî hatin kuştin

birîna yek ji birîndaran dijware.

Li qeraçê hatine kuştin.

Li gor zaniyariyên ku dest Kurdistantv ketine, direngiya şeva derbasbûyî, li gundê Qoçe Spêlkeya ser bi Qeraçê terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên leşkerî yên Îraqê kirine.

Di encama êrîşa han de di navbera terorîstên DIŞIê û hêzên leşkerî yên Fewca sê ya artêşa Îraqê de pevçûn çê bûye û di encama pevçûnê de herî kêm 3 leşkerên Îraqî hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne ku birîna yek ji wan dijware û tirimbîleke leşkerî ya artêşa Îraqê jî hatiye ji navbirin.

N: E. G