Du terorîstên DIŞIê hatin girtin

li navçeyeke navbera Romadî û Rutbeyê de hatine girtin.

Li parêzgeha Enbarê hatine girtin.

Artêşa Îraqê ragihand ku li ser esasê zaniyariyên îstîxbaratî yên ku destê wan ketine, li parêzgeha Enbarê ya li Rojavayê Îraqê, li dijî terorîstên DIŞIê operasiyonek lidar xistine.

Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê, di encama operasiyona han de, hêzên artêşê karîne li bazgeheke navbera Romadî û navçeya Rutbe ya li parêzgeha Enbarê, du terorîstên DIŞIê binçav bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku ev her du terorîstên girtî, beriya niha ji aliyê dadgehê ve jî hatibûn daxwazkirin.

N: E. G