200 malbetên DIŞIê tên vegerandin

ev karwana duyeme ku tê veguhastin.

Li başûrê Mûsilê têne bicîhkirin.

Jêderên ewlekarî behsa vê yekê dikin ku vê di rojên pêşiya me de 200 malbetên terorîstên DIŞIê ji kempa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê bo Îraqê werin veguhastin.

Li gor zaniyariyên berdest, ev malbetên han vê li başûrê Mûsilê werin bicîhkirin.

Ji aliyeke din ve şêniyên deverê bi taybetî Êzidî ji vê pêngava han dilgiranin û ev pêngava han weke afirandina derfetê bo dubare bûna êrîşên DIŞIê binav dikin.

Weke tê zanîn ev cara duyeme ku hikûmeta Îraqê malbetên terorîstên DIŞIê ji kempa Holê vediguhêze Îraqê. Karwana yekem ya wan malbetan roja 25ê meha Gulanê hatibû veguhastin û li kempa Cere ya li başûrê Mûsilê hatibû bicîhkirin.

N: E. G