Fermandarekî artêşa Tirkiyeyê zarokek 10 salî kuşt

aliyên têkildar heta niha tiştek nekirine.

Bi tirimbîlê li Bedlîsê lê daye û kuştiye.

Li gor çavkaniyên nûçeyan, tirimbîla Fermandarê artêşa Tirkiyeyê ya li Erzirûmê, li Bedlîsê li zarokekî 10 salî yê Kurd bi navê Eyûb Kirtay daye û demû dest kuştiye.

Tirimbîla Fermandarê artêşa Tirk ewqas bilez bûye ku li mamê Eyûb jî daye û bi qasî yek km ew jî avêtiye.

Heta niha aliyên têkildar yên hikûmetê li hember Fermandarê han ti tedbîrek nestendine.

N: E. G