Gefa şewitandin li welatiyên Kurd tê xwarin

dibêjin eger liwir neçin emê we bişewitînin.

Li Antalyayê gef li welatiyên Kurd tê xwarin.

Li navçeya Kepez ya ser bi Antalyayê, komeke neteweperest ku xalên kontrol kirinê li ser rêyan danîne, gef li welatiyên Kurd dixwin.

Di vê çarçoveyê de ev koma han ya neteweperest, pêşiya welatiyekî Kurd bi navê Erhan Sevim girtiye û piştî lêdanê, gef lê kirine û jê re gotine, hun Kurdin, qirêjin û lazime ji wir biçin beruvajî emê tevahiya we bişewitînin.

Weke tê zanîn di dawiya Tîrmehê de jî li Qonyayê êrîşî ser malbeteke Kurd hate kirin û 7 endamên vê malbetê ji aliyê neteweperestan ve hatin qetilkirin.

N: E. G