Hêzên ewlekarî wenda bûn

daxwaz ji talibanê tê kirin çarenivîsa wan eşkere bike.

Xwe teslîmî Talibanê kiribûn.

Li gor jêderên nûçeyan beriya çend rojan hijmareke zêde ji hêzên ewlekarî û leşkerî yên Efxanistanê xwe radestî çekdarênTalibanê kiribûn.

Lê şevek ji nîşkave tevahiya leşker û endamên hêzên ewlekarî yên ku xwe radestî Talibanê kiribûn, wenda bûne û kes nizane çi bi serê wan hatiye.

Civaka cîhanî jî daxwaz ji Talibanê dike ku çarenivîsa wan leşkeran eşkere bike û pêbendî soza xwe ya agirbestê be ku beriya niha daye.

Weke tê zanîn li gel destpêkirina prosesa vekêşîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê, êrîşên Talibanê jî bo ser artêşa Efxanistanê zêdetir bûne.

N: E. G