Îmarat û Kurdistan rêkeftinek îmze dikin

behsa projeyên girîng bo sermayedarên Îmaratî kiriye.

Bo pêşde birina têkiliyên xwe yên bazirganî ev rêkeftin îmze kirine.

Serokatiya komîteya hêlbirînê ya Kurdistanê ragihand ku şandeke komîteya hêlbirînê û yekîtiya hawirde û henardekarên Kurdistanê serdana Îmaratê kiriye û li gel Yekîtiya odeyên bazirganî û pîşesazî ya Îmaratê civiyaye.

Di civînê de şanda Kurdistanê behsa projeyên girîng û steratejîk yên Kurdistanê û aliyên Îmaratî kiriye û behsa derfetên hêlbirînê di warên curbicur de bo karsaz û sermayedarên Îmaratî kiriye.

Her di heman civînê de navbera şanda Kurdistanî û aliyên têkildar yên Îmaratî de rêkeftinek bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên abûrî û bazirganî di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin.

N: E. G