Brîtanya û Kurdistanê têkiliyên xwe yên zanistî berfiretir dikin

Kosulusê Brîtanyayê serdana wezareta xwendina bilind kiriye.

Wezîrê xwendina bilind li gel şandeke Brîtanî civiya.

Îro wezîrê xwendina bilind yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Aram Mihemed Qadir li gel şandeke Konsulusxaneya Brîtanyayê li Hewlêrê bi Serokatiya Konsulusê Brîtanî civiyaye.

Di civînê de her du alî giftûgo li ser têkiliyên navbera zanîngehên Kurdistanê û zanîngehên Brîtanyayê, derfetên xwendinê bo Xwendekarên Kurd li Brîtanyayê û projeyên hevbeş yên zanistî yên di navbera Kurdistanê û Brîtanyayê de hatine nirxandin.

Her di heman civînê de her du aliyan tekez li ser pere pêdan û berfiretir kirina têkiliyên zanistî yên di navbera Brîtanya û Kurdistanê de kirine.

N: E. G