Zêdetir ji 3 hezar kesên din bi Koronayê ketine

16 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostiyê amarên nû belav kir.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 3 hezar û 149 kesên din bi Koronayê ketine.

Wezaretê diyar kiriye ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 1405 kese.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nava heman demê de 797 berketiyên berê baş bûne û 16 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G