Îran helwêsta Brîtanyayê şermezar dike

Brîtanya Îran tawanbar kiribû.

Brîtanya li ser êrîş kirine ser keştiyeke Îsraîlî Îran tawanbar kiribû.
Li gor çapemeniya Îranê, hikûmeta Îranê bi tundî helwêsta Brîtanyayê ya bo tawanbar kirina Îranê li ser êrîş kirine ser keştiyeke Îsraîlî, mehkûm dike.
Îran di vê çarçoveyê de meslehetgozarê Brîtanyayê yê li Tehranê vexwandiye wezareta derve û jê re ragihandiye ku Îran bi tundî ev helwesta Brîtanyayê mehkûm û şermezar dike.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî li peravên Emanê Îran êrîşî ser keştiyeke Îsraîlî kiribû û Îsraîl jî daxwaz ji civata cîhanî kiribû daku li hember terora Îranê bêdeng nemîne.
Ji aliyeke din ve duhê jî Rojnameyeke Erebî bi navê Cerîde belav kiribû ku Îsraîl bo bersif dana Îranê her yek ji Brîtanya û Amerîka razî kiriye û niha Îsraîl amadekarî bo bersif dana Îranê dike.
N: E. G