Îsraîl bersifa Îranê dide

Brîtanya û Amerîka jî razî bûne Îsraîl bersifa Îranê bide.

Amerîka û Brîtanya jî îzin dane.

Li gor nûçeyeke rojnameya Cerîde ya Kuwaitê, piştî ku Îran li peravên Emanê êrîşî ser tankereke Îsraîlî kir û di encama êrîşê de du karmendên Îsraîlî hatin kuştin, Îsraîl jî dest bi amadekariyên pêwîst bo bersifana Îranê kiriye.

Li gor rojnameya han, Îsraîl li gel Amerîka û Brîtanyayê giftûgo kiriye û derbarê mijarê de nêrînên xwe ji wan du welatan re diyar kiriye û Amerîka û Brîtanya jî qebûl kirine ku Îsraîl bersifa êrîşa Îranê bide.

Cerîde belav kiriye ku niha Îsraîl amadekariyên xwe kiriye û vê di demeke goncaw de bersifa êrîşa Îranê bide.

Weke tê zanîn di destpêka hefteyê de Îran êrîşî ser tankereke Îsraîlî kiribû û pişt re jî Îran ragihandibû ku êrîş ne karê Îranê ye.

N: E. G