Sebastian Kurz: Tirkiye cîhê herî başe bo wan

dibêje lazime bo welatên ne endam di nava YE de werin vegerandin.

Behsa koçberên Efxanî dike.

Serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz di daxuyaniyekê de derbarê Koçberên Efxanî de ragihandiye ku nabe welatên Yekîtiya Ewrûpayê deriyên xwe bo Koçberên Efxanî vekin jiber ku Ewrûpa bo wan cîheke nebaşe.

Kurz herwiha diyar kiriye ku cîhê herî baş bo Koçberên Efxanî Tirkiye anjî Efxanistane û lazime ev Koçberên ku xwe gehandine Ewrûpayê, bo welatên cîran û nêzî sînorên Ewrûpayê yên ku ne endamên YE ne werin vegerandin.

Duhê jî Serokê giştî yê CHPê huşdarî dabû welatên YE û gotibû ku Erdogan dixwaze Koçberên Efxanî li dijî we bikar bîne daku pereyan ji we bistîne.

N: E. G