Serokwezîrê Îraqê ber bi Amerîkayê ve birê ket

behsa têkiliyên navbera Îraq û Amerîkayê tê kirin.

Vê li gel Serokê Amerîkayê bicive.

Li gor daxuyaniya nivîsîngeha Serokatiya civata wezîran ya Îraqê, îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ku Serokatiya şandeke Îraqî dike, ber bi Amerîkayê ve birê ketiye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku vê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya serdana han de li gel Serokê Amerîkayê û rayedarên din yên Amerîkayê bicive.

Di wan civînan de vê nîqaş li ser têkiliyên navbera Îraq û Amerîkayê û çawetiya bihêztir kirina têkiliyên han tê kirin.

N: E. G