Du tîmên terorîstî hatin girtin

teqîna navçeya Sedir ya Bexdayê karê wan bûye.

Teqîna navçeya Sedir karê wan bûye.

Artêşa Îraqê ragihand ku hêzên wan karîne di operasiyonekê de du tîmên terorîstî yên DIŞIê binçav bikin.

Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê hêzên wan di çarçoveya operasiyonên xwe de karîne du tîmên terorîstî yên DIŞIê yên ku destê wan di teqîna roja Erefe ya li navçeya Sedir ya li Bexdayê de hebûye, hatine girtin.

Di berdewamiya daxuyaniya artêşa Îraqê de ev her du tîmên terorîstî li Kerkûk û Selahedînê hatine girtin.

Ji aliyeke din ve duhê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ragihandibû ku hêzên wan karîne du tîmên terorîstî yên DIŞIê bigirin ku destê wan di teqîna navçeya Serdir de hebûye.

Weke tê zanîn di roja Erefeya cejna qurbanê de li navçeya Sedir ya li Bexdayê, teqîneke mezin pêk hatibû û di encama teqînê de bi dehan kes hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bibûn.

N: E. G