NY Erdogan mehkûm û şermezar dike

Erdogan hefteya derbasbûyî serdana qibrisê kiribû.

Civata ewlekariyê derbarê serdana Erdogan de belgenameyek qebûl kir.

Nerazîbûnên dijî serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bo Qibrisê berdewamin.

Di vê çarçoveyê de civata ewlekariyê ya Netewên Yekgirtî, di civîna xwe ya herî dawî de, belgenameyek ku têde bi tundî Erdogan û serdana wî bo Qibris, vekirina navçeya daxistî ya Mareş û pêşniyara Erdogan ya bo çareseriya du dewletan, tê şermezar û mehkûmkirin.

NY di belgenameya xwe de diyar kiriye ku gotin û kiriyarên Erdogan yên li Qibrsê zirarê didin aramiya deverê.

Weke tê zanîn dawiya hefteya derasbûyî dema Erdogan serdana Qibrisê kir,  her yek ji Yekîtiya Ewrûpa, Amerîka, Yûnan û Qibrisa başûr bi tundî ev serdana han mehkûm kirin û ragihandin ku Erdogan bi vê awayî rewşa deverê aloztir dike.

N: E. G