Li Kerkûkê 3 polîs hatin kuştin

li deverê de dest bi operasiyoneke leşkerî hatiye kirin.

DIŞI êrîşî ser wan kiriye.

Li gor zaniyariyên ku dest malpera Kurdistantv ketine, îro şemî, danê sibê, terorîstên DIŞIê li gundê Kerec Qazan ya ser bi nahiyeya Reşad  li Rojavayê Kerkûkê, êrîşî ser hêzên polîs yên Îraqî kirine.

Di encama êrîşa han de 3 polîs hatine kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûne.

Artêşa Îraqê jî diyar kiriye ku piştî êrîşê, bo girtin anjî ji nav birina terorîstên DIŞIê, li deverê de operasiyonek hatiye lidarxistin.

N: E. G